Dema ku ji sed hezarî zêdetir ermenî ji Qerebaxê derdiketin, tifaqdarên meye goveka ewlehkarîyê dewsa piştgirîyê bangên derheqa guhartina desthilatdarîya Ermenîstanê dikirin

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye, wekî dêmokratîya li Ermenîstanê dîsa derbên qewat distîne.Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyan wextê axaftina li parlamênta Avropayê gotîye.
“Dêmokrasîya li Ermenîstanê dîsa derbên giran distîne, yên ku bi ssnara berê tên mîyaserkirinê: agrêsîya ji der û pêra jî bêkarîya tifaqdarên Ermenîstanêye nava goveka ewlehkarîyêda, yan jî halê hûmanîtarî û şêr, yan jî cêribandinên bona welgerandina desthilatdarîyê û dêmokratîyayê”,-Paşînyan gotîye.
Paşînyan bîr anîye, wekî bûyarên wî cûreyî ji sala 2020 î da çend cara qewimîne, ji kîjana ya here mezin êrîşa Adirbêcanêye berfireh bû, ya dijî Ermenîstanê, ya 13 ê îlona sala 2022 a, rûyê kîjanêda êrîş hate ser axa Ermenîstana serbixwe û dagirkirin pêk hat.
“Mesela here nû û trajîk hema van axirîya qewimî, dema ku Adirbêcanê êrîş bire ser Qerebaxê û paqijkirinên êtnîkî destpê kir.Wî çaxî dema ku sed hezar ermenîyên ji Qerebaxê direvîn Ermenîstanê, tifaqdarên meye goveka ewlehkarîyê dewsa alîkarîyê, bangên bona guhartina desthilatdarîyê belav dikirin”,-Paşînyan gotîye.







