H’emû nûçeSereke
Ermenîstan amadeye hetanî dawîya salê tevî Adirbêcanê peymana aşîtîyê morke: Paşînyan
Wextê axaftina xweye li parlamênta Avropayê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye, wekî Ermenîstan amadeye tevî Adirbêcanê hetanî dawîya salê peymana derheqa aşîtîyê û normalkirina pêwandîyada morke.
“Em amadene hetanî dawîya salê tevî Adirbêcanê peymana derheqa aşîtîyê û normalkirina pêwandîyada morkin. Adirbêcan nehat hevdîtina li Granadayê, lê ew pevketin 15 ê tîrmehê li Bryûsêlê hatibû destanînê û nehatina li wir îşê me da dijwarkirinê”,- Paşînyan gotîye.