H’emû nûçeSereke

Ermenîstan hewca alîkarîya navneteweîye bona ku piştgirîyê bide wan meriva, yên ku ji Qerebaxê bi destê zorê hatine derxistinê

Li gorî birîyarên hukumata Ermenîstanê nêzîkî sed mîlyon dolarî gerekê bona piştgirîya bo binelîyên Qerebaxêye bi destê zorê derxistî bê başqekirinê.Vî alîda hukumat hêvîdare, ku civaka navneteweyî wê piştgirîyê bide.

Wextê civîna Şêwira Avropayê, derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye.

“Roja îroyîn, em gerekê nêzîkî sed mîlyon dolarî bidine cimeta Qerebaxêye ku bi destê zorê hatîye derxistinê.Em hewcê alîkarîya navneteweyîne. Ez dixwezim bêjim, wekî me mêxanîzmeke piştgirîyêye usa saz kirîye, ku ew mecal bi cûrê zelal gerekê bêne derbazkirinê û sîstêm wê zelal bixebite.

Em  spasîyê elamî wan hevkarên navneteweyî, Yekîtîya Avropayê û welatên endam dikin, kîjana îdî ew piştgirî destpê kirîye û wê berdewam bikin bona ku krîzeya hûmanîtarîye rûyê derxistina ermenîyên Qerebaxê pêşdahatî altkin”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button