H’emû nûçeSereke

Li dadgeha Adirbecanê  daxwaz  kirin ku  “çavên ermenîyê  qerebaxî derxin û zimanê wî jêkin”

Rûniştina edil ya li himberî Vagîf Xaçatryan yê ku ji  Qerebaxê hatîye revandin, îro li Bakûyê berdewam dibe.

Weke ku medyaya  Adirbêcanê ragihandîye, yek ji “mexdûran” gotîye ku tohmetbar  azêrî şewitandine û ji bo wê jî divê “çavên wî derxin û zimanê wî jêkin”.

“Ma min gelê Adirbêcanê şewitand?” Ez neçûme wir. Xaçatryan çend caran jê pirsî: “Te ez li ku derê dîtim?”

Em bînin bîra we ku Vagîf Xaçatryan beşdarê şerê yekem yê Qerebaxê ye, dema ku ji korîdora Laçînê re derbas dibû  hat revandin. Karbidestên Adirbêcanê ji ber beşdarbûna di opêrasyonên şer de, Xaçatryan bi tawanên giran tawanbar kirin. Tevî kiryarên neqanûnî yên eşkere yên rayedarên Adirbêcanê, tevî revandina kesekî ku di bin parastinê de ye, Xaçatryan ne tenê nehat berdan, lê di kursîyê tawanbar de jî xuya bû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button