Nava karê altkirina cêrge pirsgirêkada Ermenîstan hêvîdare ku Yekîtîya Avropayê wê piştgirîyê bidê
Ermenîstan dixweze pêwandîyên tevî Yekîtîya Avropayê bide kûrkirinê û naxweze wekî ew yek dijî kûrkirina pêwandîyên herêmîbe.
Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan piştî hevdîtina tevî seroka parlamênta Yekîtîya Avropayê Robêrta Mêsolayê, wextê birîfîngê gotîye.
“Hukumata Ermenîstanê bona mîyaserkirina qayîlnivîsara Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêye hevkarîya berfireh borcdare.Ez gumanim, wekî Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanê hevkarîya xwe ser hevda neanîne û mecalên berfirehkirinê hene. Nava pêwandîyên Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanêda beşa ewlehkarîyê jî zêde bûye, li ser sînorê Ermenîstanêyî tevî Adirbêcanê mîsîya avropî monîtorîngê mîyaser dike. Ermenîstan nava pirsa pêşxistina qeydê navneteweyî, yê hiqûqî hewaskare. 3 ê cotmehê parlamênta Ermenîstanê qanûndarîya Romayê îzbat kir”,- Nîkol Paşînyan gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî nava karê altkirina cêrge pirsgirêkada Ermenîstan hêvîdare ku Yekîtîya Avropayê wê piştgirîyê bide. “Nava wan pirsada pirsa altkirina pirsgirêkên hûmanîtarîye, ya ku li Ermenîstanê pêşda hatîye û ew yek derheqa bi destê zorê derxistina ermenîyên Qerebaxêdane, nava kîjanêda em hewcê piştgirîya lezin”,- serokwezîr gotîye.