H’emû nûçeSereke

Nava pirsa dêlîmîtasîyayêda çawa bingeh xerîtên Yekîtîya Sovyêtêye dawî Adirbêcan fikirên cûre-cûre xweyî dike: Nîkol Paşînyan

Adirbêcan elam dike, wekî di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda sînor tune û ew yek dijî dêklarasîya Alma Atayê û pevketinên van dawîyaye.

Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr li paralamanta Avropayê gotîye û serda zêde kirîye, wekî çawa bingeha dîyarkirina sînora xerîtên Yekîtîya Sovyêtêye dawî tên hesabê û Adirbêcan nava wê yekêda fikirên cûre-cûre xweyî dike. Bi gotina serokwezîr, hinek pêşezan difikirin, wekî ew yek hîm çê dike ku Adirbêcan agrêsîya nû mîyaserke.

Ewî bîr anîye, wekî serokên Ermenîstanê û Adirbêcanê çend cara derheqa dêklarasîya Alma Atayêda dane dîyarkirinê.

Paşînyan gotîye, wekî dêklarasîya Alma Atayê ji alîyê 12 komarên Yekîtîya Sovêtêda hatîye îmzekirinê.Nava wê yekêda du tiştên girîng hene:

1.Yekîtîya Sovyêtê heyîna xwe dide sekinandinê.

2. Komarên Sovyêtê têrîtorîyayên hevdu, serbixwetîyê, sînora nas dikin, û sînorên di navbera komarên Yekîtîya Sovyêtêda dibine sînorên dewletê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button