Serokwezîr elam kirîye ku nava pênc salên dawîda çi hatîye guhartinê
Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye wekî şoreşa dêmokratîk, ya sala 2018 a, li Ermenîstanê encamên hilbijartina bi cûrê rast hatine mîyaserkirinê. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyan wextê civîna Şêwira Avropayê gotîye.
Ewî bîr anîye, wekî piştî îmzekirina peymana piştî şerê 44 roje, dema ku înstîtûtên Ermenîstanêye dewletê bûne hedefa êrîşên komên êkstrêmîst, dema ku civak parçe bibû, înstîtûtên dêmokratîk li ser tabîya xwe man û tu prînsîpeke dêmokratîk nehate teribandinê.
“Nenihêrî wê yekê ku em parlamêntêda bi hejmara xweva zêde bûn, partîya “Peymana sîvîl” qirar kir ku hilbijartinên parlamêntîyêye nû organîze bikin û min bi wî meremî birîyar kir ku ji qulixa xwe dûrkevim û bi qanûna dewletê hukumat û parlamênt hatine belavkirinê.
Piştî wê yekê, 12 ê gulana sala 2021 ê hêzên azêrîya sînorê Ermenîstanê teribandin û li ser beşa sed kîlomêtrê hetanî çar kîlomêtra ketine nava axa Ermenîstanê.
Nava vî halîda sîstêma ewlehkarîya Ermenîstanê, ya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv û welatên ku borcdar bûn piştgirîyê bidine Ermenîstanê, alî me nekirin”,- serokwezîr gotîye û serda zêde kirîye, wekî meremê vê provokasîyayê ew bû, ku hilbijartinên parlamêntîyê bidine teribandinê.
Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî nava vî halîda cimeta Ermenîstanê li ser tabîya xwe ma û hilbijartinên usa organîze kirin,yên ku ji alîyê civaka navneteweyîda çawa yên aza, dêmokratîk û zelal hatine naskirinê.
“Nava dîroka Ermenîstanêda hilbijartin bûne mecala altkirina krîzeyê. Eve firqîya piştî şoreşa sala 2018 a.
Piştî wê şoreşê li Ermenîstanê encamên tu hilbijartina nehatine guhartinê”,- Paşînyan gotîye.