H’emû nûçeSereke

Wezîrê Fransîyayêyî parastinê derheqa frotana sîlihaye bona Ermenîstanê xeberdaye

Wezîrê Fransîyayêyî parastinê Sêbastîyan Likornyû wextê guhdarkirinên li Sênatê gotîye, wekî Fransîya amade dibe ku cêrge pirsên opêratîv, yên tevî Ermenîstanê bide konkrêtkirinê.

“Mîsîya parastinêye hertimî hatîye vekirinê û wekîlê meyî leşkerî nava deşta înformasîyonad tê êrîşkirinê.Ez dixwezim bona borcdarîya wî cûreyî wî pîrozkim”,- Likornyû gotîye.

Paşê wezîr serda zêde kirîye ku ew bi guhdarî  dîna xwe dide têma Ermenîstanê û ewî pêwandîyên aminayê tevî hevkarê xweyî ermenî Sûrên Papîkyan îzbat kirîye.

“Serokê welêt Êmanûêl Makron zelal gotîye, wekî rojeva meye parastinê dora frotana sîlihaye. Ezê înformasîyonên zêde nedim, lê ezê tenê derheqa hinek sîlihada bêjim, yên ku dikarin tenê yên parastinêbin û ewlehkarîyê bidine çareserkirinê”,- Likornyû gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button