H’emû nûçeSereke

Ermenîstan têra nabîne ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv û Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî derkeve: Sargîs Xandanyan

Li  Ermenîstanê pirsa guhartina vêktorê tune, çimkî vêktor berbi Ermenîstanê hatîye, çareserkirina serbestî û serbixwetîya Ermenîstanê. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, serokê komîsîya pêwandîyên der, ya parlamênta Ermenîstanê Sargîs Xandanyan gotîye, dema ku ewî derheqa wê yekêda xeberdaye, wekî Nîkol Paşînyanê serokwezîr li parlamênta Avropayê gotibû ku amadene tevî Yekîtîya Avropayê pêwandîya ewqasî nêzîk bikin, çiqasî Yekîtîya Avropayê wê yekê çawa tiştê nêzîkî aqila hesabke. Li Rûsîyayê jî ew axaftin çawa ya provokasîyon hesab kiribûn û gotibûn, wekî Ermenîstan bi rîya Ûkraînayê diçe.

“Vêktora der mîyaserkirina sîyaseta usaye, ya ku wê serbestî, serxwebûn û ewlehkarîya Ermenîstanê çareser bike”,- ewî gotîye.

Ewî serda zêde kirîye, wekî Ermenîstan niha têra nabîne ji Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv derkeve. “Niha em wê pirsê gotûbêj nakin”,- Xandanyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button