H’emû nûçeSereke

Me ji bo  lîstikên  sportê û  çandî yên navneteweyî ya Frankofonîyayêye sala 2027 a daxwaznameyeke fermî raber kirîye: Mîrzoyan

18 ê cotmehê  li wezîreta Ermenîstanêye karên der rasthatina wezîrê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan û sêkrêtara giştî, ya Frankofonîyayê Lûîz Mûşîkîvîvaboyê derbaz bûye, pişt re daxuyanî dane çapemenîyê.

Wezîrê  Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan di axaftina xwe de bi taybetî  daye kifşê: “Ez pêşwazîya serdana We û  dêlêgasîya We bo Yêrêvanê silav dikim û bi kêfxweşî radigîhînim ku di van 5 salên dawî de ev  seredana we ya Ermenîstanê ye çaremîne û wek sêkrêtara giştî ya Frankofonîyayê serdana we ya duyemîn e. Dînamîkên bi vî rengî yên dîyalogê şedetîya peywendîyên di asta bilind û hevkarîya nêz ya di navbera Ermenîstanê û rêxistina Navneteweyî ya Frankofonîyayê de dike û îro, di heyameke  dijwarî de ji bo welatê me û herêmê, ev serdan wek peyama  hevgirtinê tê dîtinê, piştgirîya rêxistinê.

Hevalên hêja,

Ji ber ku Ermenîstan beşeke ji qada frankofona mezine, dehsalên berê de girêdana xwe ya pergala nirxê ya ku nayê veqetandin bi Frankofonîyayê re dubare kir. Ev yek bi destkeftîyên van salên dawîn dîyar dibe, di nav wan de di sala 2018 a li  Yêrêvanê mazûvanîya civîna frankofonîyê û ji ber şert û mercan 4 salan serokatîya rêxistinê wergirt, ango dema ku me desteser kir, 2 salan me dest bi serokatîya rêxistinê kir, paşê hat dirêjkirin.

Yek ji hevkarîyên bingehîn yên bi Frankofonîyayêra  pêşvebirina hînkirin û belavkirina zimanê fransîye, di nav de înîsîyatîva çar salî ya frankofonîya neteweyî ya  salên 2023-2026 a ku di navbera Ermenîstanê û Frankofonîyayêda hate îmzekirin. Her wiha em ber bi pêşvebirina rojeva çandî ya Frankofonîyê didomînin, ku delîla herî zelal jî eve ku hersal ji bo deh salan li Ermenîstanê du meha tê organîzekirin. Îsal jî ne îstîsna bû û li Ermenîstanê  mehên adar-nîsanêda zêdaya 700 çalakîyên çandî hatin lidarxistin. Rêbaza aborî ji bîr nekim, divê ez vê yekê jî bibêjim ku em girîngîyê didin înîsîyatîva lidarxistina civînên bazirganî û aborî bi beşdarîya derdorên karsazên welatên Frankonfonîyayê û îmkanên ku jê re peyda dibin.

Yek ji dîyardeyên pabendbûna Ermenîstanê ji bo kûrkirina hevkarîyê bi Frankofonîyayêra jî pêşkêşkirina daxwaznameyeke fermî ye ji bo mazûvanîya lîstikên navdewletî yên werzîş û çandî yên Frankofonîyayêye li Ermenîstanê  sala 2027 a û em hêvîya bersiveke erênî ji rêxistinê dikin. Ez bawerim ku ew dikarin firsendek bêhempa bidin nûnerên ciwan yên civaka frankofon ya navneteweyî ku li dora nirxên aştî, mafên mirovan û jîyana bi hev re bibin yek”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button