H’emû nûçeSereke

“Meremê Tirkîyayê û Adirbêcanêye zelal derheqa dagirkirina Ermenîstanêda heye”: Alêksîs Ohanyan

Bîznêsmênê ermenî, hîmdarê malpera  “Reddit” ê  Alêksîs Ohanyan nava rûpelê xweyî X ê da tevî wênekêşa ermenîye li Amêrîkayê Skaût Tûfankcyanê pareve bûye.Tûfankcyanê wêneyê mektebeke Aralêzê belav kirîye, kîjanêda kilîtên malên wan ermenîya hatine dîyarkirinê, yên ku ji komkujîya Ermenîye sala 1915 a  filitîne.

“Ew mekteb niha zarokên ji Qerebaxê bi destê zorê derxistî, bi mêvandarî qebûl dike, yên ku mecbûr bûne malên xwe bihêlin û derkevin”,- Tûfankcyanê nivîsîye.

Bi axaftina derheqa wî wêneyîda Ohanyan rûpelê xweda nivîsîye: “Em miletekî berxwedêrin, lê bona çi em gerekê mecbûrbin ji sed salî zêdetir berxwedêrbin.Ew merivên ku hetanî niha komkujîya me înkar dikin, ji  alîyê dewletên globalda desthilatdarî stendine û tirsa me jî heye, wekî mehên nêzîkda axa ermenî wê  zêdetir bê dagirkirinê.Meremê Tirkîyayê û Adirbêcanê heye û ew yek dagirkirina Ermenîstanêye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button