H’emû nûçeSereke

Teleferîka “TaTever” kategorîya “Telebloya sereke ya cîhanê” ya “World Travel Awards 2023” da cîh girtîye

Rêwîtîya “TaTever” dîsa di katêgorîya “Top Travel of the World 2023” de di katêgorîya geştîyarîyê ya navneteweyî de xelatên rêwîtîyê yên cîhanê “ sala 2023 a wergirt. Proje ji xwe   sala 2021 ê qazanc kirîye. Naha ew pêşbirkê bi Bolîvyayê, Brazîlyayê, Vîêtnamê, Kanadayê, Zelandîya Nû, Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Afrîkaya Başûrra dike.

Teleferîka “TaTever” li dinyayê teleferîka rêwiyan ya herî dirêj e. Ew ne tenê ji ber dirêjiya xwe, ku 5752 m ye, di  rekoran ya “Guinness” ê de hate tomarkirin, lê di heman demê de wekî tekane avahiya endezyariyê ya vê pîvanê li cîhanê, ku tenê di 10 mehan de hate çêkirin, hate tomarkirin. Projeya çêkirina teleferîkê ji aliyê şîrketa Awûstûrya-Swîsreyî Doppelmayr  ku di çêkirina teleferîkan de pêşeng e, pêk anî.

16 ê cotmeha  sala 2023 a,  teleferîka “TaTever”  13 salîya çalakîya xwe  da kifşê. Ji sala 2010 ada,  1,300,000 kesî zêdetir teleferîka bikar anîne. Bi saya wê li Ermenîstanê her pêncemîn tûrîst tê Tatêvê. Projeya “TaTever” di çarçoveya projeya “Vejîna Tatevê” ya ku ji alîyê Rûbên Vardanyan û Vêronîka Zonabênd ve hatîye destpêkirin, tê meşandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button