H’emû nûçeSereke

Bi beşdarîya Tînî Koks li civîna Wekîlên Avroparlamêntê formata “Rewşa alîkarîya hûmanîtarî li Qerebaxê” hatîye gotûbêjkirinê

18 ê cotmehê, li komîtêya wezîrên Konsêya Avropayê, rewşa însanî ya ku Adirbêcanê li Qerebaxa Çîyayê di encama polîtîkaya paqijkirina etnîkî de çêkiribû, gotûbêj kir.

Endamê hertimî yê Ermenîstanê li Konsêya Avropayê Arman Xaçatryan, bal kişand ser geşedanên dawî û destnîşan kir ku kiryarên êrîşkar yên Adirbecanê bûne sedema qeyraneke mezin ya mafên mirovan. Koçberkirina komî ya zêdetirî 100,000 ermenî ji malên xwe ji paqijkirina etnîkî pêve ne tiştekî dine. Daxuyanîyên azêrîya ku ev kes bi dilxwazî ​​derketine nikarin li hemberî rexneyan bisekinin.

Biryarnameya ku  12 ê cotmehê hat qebûlkirin, Wekîlên Avroparlamêntê jî destnîşan kir ku hema tevahîya gelê ermenî yên herêmê ji ber tehdîda rastî ya tunekirina fîzîkî, polîtîkaya nefretê ya li himberî ermenîyên li Adirbêcanê û bêbawerîyê welatê xwe yê dîrokî terikandiye.Adirbêcan gerekê ji ber paqijîya etnîkî, bikaranîna neqanûnî ya hêzê li Qerebaxê, û li gorî vê yekê, kiryarên li dijî qanûnên Şêwira Avropayê û erkên endamtîyê berpirsîyar bê girtin.

 Sêkrêtara giştî ya Şêwira Avropayê Marîya Pêyçînovîç Bûrîçê hûrgilîyên hevdîtina 17 ê cotmehê ya bi serokwezîr Nîkol Paşînyan raberî komîtêya wezîra kir. Nûnerê daîmî Arman Xaçatryan lidarxistina civînê bilind nirxand, ku derfetek baş bû ji bo gotûbêjkirina rewşa mirovî ya ku di encama koçkirina bi destê zorê ya ermenîyên ji Qerebaxa Çîya, pêngavên paşerojê yên piştevanîya civaka navdewletî, di nav de Konseya Avropayê, di çareserkirina pirsgirêkên heyî da.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button