H’emû nûçeSereke

Dilsozîya partîya li nexşeya rêda di pêvajoya aşîtîyêda bertekekê peyda bike: Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê rasthatina tevî serokwezîra Lîtvayê Îngrîda Şîmonîtê li civîna Yêrêvanê daye kifşê, wekî bi navçîgarîya serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl bi serokê Adirbêcanê û rasthatinên minra, rêyek ji bo normalîzasîyakirina aştî û têkilîyên di navbera Adirbaycanê û Ermenîstanêda hatîye avakirin.

Bi ragîhandina  “Armênprêss” ê, Paşînyan derheqa wê yekêda piştî rasthatina tevî  serokwezîra Lîtvayê got.

“Min da kifşê ku li Bryûsêlê, bi navçîgarîya serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl bi serokê Adirbêcanê û rasthatinên minra, rêyek ji bo normalîzasîyakirina aştî û têkilîyên di navbera Adirbaycanê û Ermenîstanêda hatîye avakirin, kîjan nava elametîya Granadayêye çaremînda hatîye dîyarkirinê. Dilsozîya xerîta ji bo wê nexşeya rê di pêvajoya aşîtîyêda bertekekê çê bike”,- serokwezîr got.

Paşînyan piştrast kir ku Ermenîstan dilsozîya xwe li ser prînsîpên jorîn damezrand.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button