H’emû nûçeSereke

Paşînyan  paqijkirinên êtnîk, yên li Qerebaxê  û 100 000 ermenîyên ku bûne penaber raberî serokwezîra Lîtvayê kirîye

Serokwezîrê Ermenstanê Nîkol Paşînyan paqijkirinên êtnîk, yên li Qerebaxê  û 100 000 ermenîyên ku bûne penaber, raberî serokwezîra Lîtvayê Îngrîda Şîmonîtê kirîye.

Bi ragîhandina “Armênprêss” ê  derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyan wextê rasthatina li Yêrêvanê, ya tevî serokwezîra Lîtvayê Îngrîda Şîmonîtê gotîye.

 “Serokwezîr rewşa ku li herêmê  saz bûye raberî Şîmonîtê kirîye, berê ewlin paqijkirina êtnîkî ya ku li Qerebaxê pêk hatye û 100.000 ermenîyên Qerebaxê ku bûne  penaber, her wiha gavên ku hukumeta Ermenîstanê ji bo peydakirina razîkirina hewcetîyên wan”,-Paşînyan gotîye.

Serokwezîrê Ermenîstanê razîbûn elamî hukumeta Lîtvayê û Yekîtîya Avropayê kirîye ku bi lez bersiva vê rewşa mirovî dane û bona alîkarîya  ku dane wan.

“Hilbet em tomar dikin  ku berdewamîya vê piştgirîya merivayê girînge”,-Paşînyan daye kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button