H’emû nûçeSereke

Rîya li ser axa Ermenîstanê Rûsîyayêra ewqas lazime, çiqas ku Adirbêcanêra, lê dibe pirsgirêk hebin: sîyasîzan

Ew korîdor Rûsîyayêra ewqas lazime, çiqas ku Adirbêcanêra.Derheqa wê yekêda wextê qisa tevî nûçegîhanê NEWS.am ê, Alêksandr Îskandaryanê sîyasîzan gotîye.

Bi gotina wî, Rûsyayêra pêwîstîya wê bi vê korîdorê heye, sînorên Rûsyayêye rojavayê bi temamî girtîye, tenê rêya berbi Rojavayê jî Qafqasîyaye.

Û ew rê wê çawa derbaz bibe,  bin kîjan rêjîmêda, ew bi xwe pirse, û li vir dibe ku berjewendîyên Bakûyê û Moskvayê  li  hev neyên, sîyasîzan texmîn dike.

“Rûsîya nikare Tirkîyayê paşguh bike, lê têkilîyên wê bi Tirkîyayêra alozin. Hûn dikarin hewl bidin ku li ser van cudahîya bixebitin, lê ji bo wê divê hûn bixebitin, li Rûsyayê ji nêzva bixebitin. Xuyaye ku rêyeke zêde ya hinardekirina sîya ji Rûsyayê berbi Avropayêva di Adirbêcanêra derbas dibe û ew çavkanîyên ênêrjîyêne, lê ne tenê ev. Lê belê pêwîstîya Rûsyayê bi vê korîdorê bi qasî Tirkîyayê nîne.

Rûsya amadeye ji bo wê korîdorê şerkarîyê bike, lê hilbet wê leşkerên xwe neyne vê herêmê. Û Adirbêcan,vê prînsîpêda, wê derfetê di berîka xweda digire “,-Îskandaryan daye kifşê.

Li gor wî, armanca sereke ya Adirbêcanê îro korîdor bi xwe û peymana aştîyê bi versîyoneke guncawe.

 “Ev korîdorê yan rê wê çawa bibe, girêdayîye asta zexta Adirbêcanêra. Hatina vebijarkek weha, ku li Ermenîstanê jêra rê, û li Adirbêcanê-korîdor bê gotin, ne pirsgirêkek ewqas mezine. Ev hemû mijareke teknîkîye. Û tiştê ku dê li wir bi rastî biqewime girêdayîye ku Adirbêcan bi rastî çi dixwaze û ewê çiqasî here”,- sîyasîzan  gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button