H’emû nûçeSereke
101 848 merivên ku ji Qerebaxê bi destê zorê hatine derxistinê, hatine rêgîstrasîyakirinê: Armên Gazaryan

Ji 17 ê cotmehêda me rêgîstrasîyakirina merivên ji Qerebaxê bi destê zorê derxistî daye sekinandinê, çimkî piranîya wan îdî hatîye rêgîstrasîyakirinê. Derheqa wê yekêda serokê qulixdarîya mîgrasîyon Armên Gazaryan gotîye rojnamevana.
“Li cem me 101 848 merivên ji Qerebaxê bi destê zorê derxistî hatine rêgîstrasîyakirinê, ji kîjana 48 964 meriv mêrin, lê 52 884 meriv jî jinin.
Merivên bi destê zorê derxistî dîsa dikarin nêzîkî wan merkezabin û navên xwe bidine nivîsarê.Paşê wan nava wê derbazî qulixdarîya mîgrasîyon bikin, piştî rastkirina kîjana ewê derbazî sîstêma tomerîbin.
Wedê dawî hetanî 25 cotmehêye bona ku wan meriva jî rêgîstrasîya bikin, yên ku hetanî niha nehatine kirinê”,-Armên Gazaryan gotîye.







