H’emû nûçeSereke
Em lêgerîna merivaye li Qerebaxê berdewam dikin: hindik meriv li malên xweda dimînin: komîtêya xaçê Sor /wêne/

Ji roja opêrasîyonên 19 ê îlonê îdî mehek derbaz bûye û em li herêmê xebata xwe berdewam dikin, piştgirîyê didine gelek meriva, yên ku nava hewcetîyêdanin. Derheqa wê yekêda ji ofîsa xaçê Sor, ya li Ermenîstanê ragîhandine.
Xebatkarên me hê li gunda digerin û wan meriva digerin, yên ku mane û hewcê piştgirîyêne.
Hindik meriv li malên xweda mane, hinek bi xwestina xwe, lê hinek jî rûyê wê yekêda, ku bi xwe nikaribûne herin.Em xurek û piştgirîya doxtirîyê didine wan û alî wan dikin ku ew cîguhastî Ermenîstanêbin.









