H’emû nûçeSereke

Guman hene ku Baku dixwaze pêvajoya aştîyê temam bike yan na: cîgirê wezîrê  karên der

Ji alîyê Adirbêcanê ku bi berdewamî formata  hevraxeberdanên Ermenîstanêra biguherîne, gumana li ser alîyên ermenî çêdike ku gelo Bakû bi tevahî eleqedare ku pêvajoya aştîyê temam bike.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan li hukumata Ermenîstanê bi rojnamevanara axivî û li ser pirsa gelo Bakû dest ji formata Rojavayê bernade yan na, wana ragîhandibû ku ew amadene  hevraxeberdana li Gurcistanê  derbazkin.

“Bi rastî, guhartina berdewam ya formata gumanên cidî di nav meda çêdike ku gelo Bakûya fermî bi hemû awayî eleqedare ku pêvajoya aştîyê temam bike, yan ew bi tenê hewl didin ku ji formatekê derbazî formata din bibin û bi vî awayî ji gihîştina lihevkirinên berbiçev dûr bikevin”,-Kostanyan got.

Derbarê derbazkirina civîna li Tibîlîsîyê jî, cîgirê wezîr piştrast kir, ku niha pevketineke usa tune.

Alîyê ermenî amadeye beşdarî civîna dawî ya plankirî ya meha cotmehêye li Bryûsêlê bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button