H’emû nûçeSereke

Komîsîya  data Ermenî bangî baylozê ŞAY, yê li Îsrayêlê kirîye ku alî bikin bo ku frotana sîlihên îsrayêlî bona Adirbêcanê bidine sekinandinê

Komîsîya  data Ermenî, ya li Amêrîkayê bangî baylozê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, yê li Îsrayêlê Cêykob Lyû kirîye ku alî bikin bo ku frotana sîlihên îsrayêlî bona Adirbêcanê bidine sekinandinê. Derheqa wê yekêda komîsîya data Ermenîye li Amêrîkayê mîkrobloga X ê da daye dîyarkirinê.

“Komîsîya data Ermenî, ya li Amêrîkayê hîvî ji baylozê Ştatên Yekbûyî, yê li Îsrayêlê dike, ku sîyaseta Îsrayêlê  li gorî prînsîpên Ştatên Yekbûyîye hîmlî bikin /pêşîgirtina komkujîyê, aşîtîya herêmî, qedirgirtina komên êtnîkî/ û frotana sîlihaye bona Adirbêcanê bidine sekinandinê, komkujîya Ermenî naskin, xirabkarîyên li ser hîmê rasîzmê bidine pêşîgirtinê”,- komîsîyayê nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button