H’emû nûçeSereke
Komîtêya xilazkirinê, ya navneteweyî bang dike ku piştgirîyê bidine ji sedî zêdetir ermenîyên ji Qerebaxê

Piştî mehekê dema ku binelîyên ermenî ji Qerebaxê revîn, komîtêya navneteweyî, ya xilazkirinê bang dike, ku piştgirîya bona ji sed hezarî zêdetir ermenîyên Qerebaxê berdewa bikin.
“Li gorî melûmetîyên heyî, niha li herêmê ji 50 î hetanî 1000 ermenîyên êtnîk hene. Ermenîstan welatê bi 2,8 mîlyon binelîye û ji 25 selefî zêdetir meriv li wî welatî nava feqîrîyêdanin.Bo wê yekê jî bona helkirina hewcetîyên penabera piştgirî gerekê berdewambe.
Bi deha hezara meriv ji Qerebaxê derketine û niha li malên ermenîya hatine cîhwarkirinê. Piranîya meriva hemû tişt hiştine û revîne. Hewa çiqas diçe sar dibe û pêwîste ku bona zaroka kinca, nivîna û eşîyayên mayîne pêwîst bêne şandinê”,- berdevka serkarîkirina komîtê, ya navneteweyî Kêtrîn Sokolê gotîye.







