H’emû nûçeSereke
Li himber gefên Adirbêcanê dibe ku Yektîya Avropayê mîsîya xwe li Ermenîstanê berfireh bike
Yekîtîya Avropayê dikare mîsîya xwe li Ermenîstanê berfireh bike li himber gefên Adirbaycanê yên li ser serwerî û yekparçebûna axa Ermenîstanê.Karbidestê bilind, yê Yekîtîya Avropayê li Bryûsêlê gotîye rojnamevana, TASS radigîhîne.
“Me bi zelal serokkomarê Adirbêcanê Îlham Alîyêvra got ku em ji her hewldanek ku serwêrî û yekparebûna axa Ermenîstanê têk bibe, nerihetin.Tiştê ku em ji Bekûyêra dibêjin eve”,- ewî got û bersiva pirsa rojnamevana da, gelo Yektîya Avropayê ditirse ku ji ber bersiveke sist ya li himberî opêrasîyonên leşkerî yên Adirbêcanê li Qerebaxê, Bakû di demek nêzîkda êrişî axa Ermenistanê bike.