H’emû nûçeSereke
Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Yektîya Avropayê bang li Adirbêcanê dikin ku ewlekarîya ermenîyên Qerebaxê razî bikin

Serokê Amêrîkayê Co Baydên li Mala Sipî serokê konsêya Avropayê Şarl Mîşêl û seroka komîsîya Yekîtîya Avropayê Ûrsûla fon dêr Layên qebûl kirîye û piştra derheqa civîna Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî-Yektîya Avropayêda bi elametîya tevayî pêşda hatine.
“Em li ser avakirina aştîya îzbatkirina di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêdanin, ya ku li ser bingeha hevdu naskirina serwêrî, binpêkirina sînora û yekparebûna axêye.
Em bangî Adirbêcanê dikin ku maf û ewlehîya kesên ku li Qerebaxê mane û her wiha yên ku dixwazin vegerin malên xwe, razî bike.
Em her waha bang li hemû alîya dikin ku li gorî prînsîpa nebikaranîna hêzêbin”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.







