H’emû nûçeSereke

Almanîyayê tu helkirineke bi rîya leşkerî, ya li herêmê qebûl neke:Mîxayêl Rot

Serokê komîsîya pêwandîyên der, ya Bûndêstaga Almanîyayê Mîxayêl Rot derheqa piştgirîya xweye hindava Ermenîstanêda xeberdaye û daye dîyarkirinê, wekî li Qafqasîya Başûr xêncî aşîtîyê rêyeke başqe tune. Derheqa wê yekêda serokê komîsîya Bûndêstaga Almanîyayê, ya pêwandîyên der elamî rojnamevana kirîye.

“Ezê tevî dêlêgasîyayê herime nehîyên Ermenîstanêye başûr û meremê seredanê ewe ku derheqa piştgirîyêda elamkim, ya hindava Ermenîstana dêmokratîk û banga xwe bona rêjîma Adirbêcanêye avtokrat belavkim, wekî li vê herêmê xêncî aşîtîyê rêkeye başqe tune.Emê tu helkirineke leşkerî, ya li herêmê qebûl nekin”,-Rot gotîye.

Bi gotina nevsê Almanîyayêyî fermî, xebitandina hêza leşkerî dijî ermenîyên Qerebaxê teribandina mafê navnetewîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button