H’emû nûçeSereke
Em dijî “Korîdora Zangêzûrêne” û em piştgirîyê didine yekîtîya têrîtorîyayêyn Ermenîstanê :Mhêrdat Bazrpaş

Ermenîstan bona Îranê bi kemala xweva gelekî girînge. Derheqa wê yekêda, wextê hevdîtina tevî rojnamevanaye li Yêrêvanê, wezîrê Îranêyî rîya û bajarçêkirinê Mêhrdat Bazrpaş gotîye.
“Ermenîstan nava çarçoveya korîdora bakûr-başûrda li ser rola girînge”,- wezîr gotîye.
Bi gotina wezîr, Îran wa gotî “Korîdora Zangêzûrêra” qayîl nîne.
“Me gelek cara daye dîyarkirinê, wekî em wê yekêra qayîl nînin û me derheqa wê yekêda wextê hevdîtinên tevî nevsên Adirbêcanêye fermî gotîye û daye dîyarkirinê, ku em dijî wê yekêne. Sîyaseta me li ser bingeha aşîtîya li Qafqasîya Başûrin û em her beşdarbûneke ji der gunehkar dikin.Em têra dibînin, wekî welatên herêmê bi xwe bikaribin biryarên here baş qebûlkin”,- wezîrê îranî gotîye.







