H’emû nûçeSereke

Encamên cêribandinên wan sîliha, yên ku hatine Ermenîstanê yên razîkirinêne: Andranîk Koçaryan

Beşên wezîreta parastinê, yên anegor sîlihên ku hatine Ermenîstanê, dicêribînin, encamên kîjana gelekî mêriv razî dikin.Derheqa wê yekêda serokê komîsîya parlamênta Ermenîstanêye pirsên parastinê û ewlehkarîyê Andranîk Koçaryan gotîye.

Koçaryan nedaye zelalkirinê, ku ji kîjan welata sîlih tên anînê.

“Çapemenîya me, cimeta me temamîya rojê wê yekê gotûbêj dikin, ku çi cûreyî sîlih hatine Ermenîstanê û ew ji kîjan welatî hatine.Beşên anegor, yên wezîreta meye parastinê wan sîliha dicêribînin û ew cêribandin mêriv gelekî razî dikin.Ew yek girîng nîne ku sîlih ji kîderê tê, lê ya girîng ewe, wekî xebatên wî alîda bi açixî pêşda diçin”,- Koçaryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button