
Seroka komîsîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî ya berê ya azaya ayîna dîn Nadîn Maênza rastî fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm Ebdî hatîye. Derheqa wê yekêda Nadîn Maênzayê mîkrobloga xweye X ê da nivîsîye.
Bi wê yekêva tevayî Maênzayê bangî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî kirîye ku êrîşên Tirkîyayêye li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê bidine sekinandinê. Ewê bang kirîye ku piştgirîyê bidine Hêzên Sûrîya Dêmokratîk û otonomîya li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê.







