H’emû nûçeSereke

Rûyê dorgirtinêda hemû kes bona kirîna eşîya bi 25 selefî zêdetir pera didin: Arsênyan

Vekirina rêyên li herêmê wê tehsîra baş li ser pêşkeftina êkonomîkayê û pêvajoyên êkonomîkî bihêle. Derheqa wê yekêda, wextê hevdîtina tevî rojnamevana, parlamêntvanê ji  partîya “Peymana sîvîl” Gûrgên Arsênyan gotîye.

“Nava encamên dorgirtina Ermenîstanêda hûn hemû jî nêzîkî 25 selefî zêde pera bona eşîya didin. Heger em lêkolîna bahên eşîya û qulixdarîya bikin, emê bibînin wekî li Ermenîstanê bahên here giranin û ew yek encamê dorgirtinêye. Nava qewilên dorgirtinêda komek mecalê distîne monopolîyayê hilde destê xwe û nava encamê wê yekêda em zêde pera didin. Herine Gurcistanê û hema wan eşîya himberî hev bikin: kîmîya ku her dem didine xebatê, bahên dermana, kinc. Rûyê dorgirtinêda nava Gurcistanêda qulixdarîyên transportê gelekî bihane.Ez bawarim, wekî heger rê bêne vekirinê xercên transportêye nava axa Gurcistanêra wê bi 60 selefîva kêmbin”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button