H’emû nûçeSereke

Serokwezîr û cîgirê sêkrêtarê ŞAY pirsên derheqa aşîtî û qewînbûna li herêmê gotûbêj kirine

Nîkol Paşînyanê serokwezîr cîgirê sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Coşûa Hak qebûl kirîye.

“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî serokwezîr cedandinên Ştatên Yekbûyî, yên bona normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê girîng hesab kirîye. Nîkol Paşînyan derheqa paqijkirinên êtnîkîye ji alîyê Adirbêcanêda, yên ermenîyên Qerebaxêda xeberdaye, rûyê çida ji 100 000 î zêdetir ermenîyên Qerebaxê  bi destê zorê hatine derxistinê û nava wê hemtêkstêda ewî piştgirîya civaka navneteweyî girîng hesab kirîye.

Li gorî wê kanîya înformasîyon, pirsên derheqa normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê, yekîtîya têrîtorîya, serbixewetîyê, vekirina rîya û dîyarkirina sînorên dewletê, usa jî yên derheqa aşîtî û qewînbûna herêmêda hatine gotûbêjkirinê.

Fikir usa jî derheqa rojeva hevkarîya dualîda hatine pevguhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button