H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê “Xaçerêya aşîtîyê” bona çapkirinê şandîye: ew proje wê usa jî hevkarên navnteweyîra bê şandinê

Hukumata Ermenîstanê projeya bi sernavê “Xaçerêya aşîtîyê” şandîye çapê, kîjanêda fikirên derheqa  vekirina rêyên herêmîda hatine dîyarkirinê.

Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li parlamêntê gotîye.

“Niha me têksta bi zimanê înglîzî şandîye çapê, ya bi sernavê “Xaçerêya aşîtîyê”, kîjanêda fikirên meye derheqa vekirina rêyên herêmîda hatine dîyarkirinê”,- serokwezîr gotîye.

Nava wê yekêda rê û pêşnîyar hatine raberkirinê.

“Emê wê projeyê usa jî hevkarên xweye navneteweyîra bişînin û hîvîya bersiva wanbin”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button