SerekeSîyasî

Îraq bona deranîna nefta ji Kirkûkê û Kurdistanê, ya berbi Tirkîyayê amadeye

Îraq bona deranîna nefta ji Kirkûkê û Kurdistanê, ya berbi Tirkîyayê amadeye. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Îraqê gotîye û daye dîyarkirinê, wekî Enqere jî wê bona pêvajoyê amadeye.

Deranîna nefta Îraqê, ya berbi Tirkîyayê ji 23 ê adarê hatibû sekinandinê, dema ku mehkema Parîzê li ser bingeha şikyatê Bexdayê birîyar kiribû wekî Enqerê qayîlnivîsara sala 1973 a teribandîye. Derheqa tê yekêda têlêvîzîyona Rûdawê ragîhandîye.

Yekîtîya Kurdistanêye senaya neftê 11 ê cotmehê elam kiribû, wekî Hewlêrê û Bexdayê piştî wê yekê hevt mîlyard dolar unda kirine, dema ku meha adarê deranîna nefta Kirkûkê û Kurdistanê hatibû sekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button