H’emû nûçeSereke
Li Bekûyê bona dayîna sîlihên bona Ermenîstanê nerazîbûn elamî wezîrê Hindistanê kirine

Serokwezîrê Adirbêcanê Elî Esedov rastî wezîra Hindistanêye kirîn-frotanê û senayê Anûpûrîa Patêlê hatîye.
Hatîye ragîhandinê, wekî tevî gelek pirsa usa jî pirsa derheqa pêwandîyên ermenîya-azêrîya û halê li Qafqasîya Başûr hatine gotûbêjkirinê.Hatîye dîyarkirinê, wekî sîlihkirina alîyê ermenî derbê dighîne pêvajoya aşîtîyê û rûyê wê yekêda dikarin qezîyayên nû dijî aşîtî û qewînbûna li Qafqasîyayê pêşda bên.
Serokwezîrê Adirbêcanê nerazîbûn elamî wezîra Hindistanê kirîye bona wê yekê, wekî Hindistan sîliha dide Ermenîstanê.







