Nava vî halê giranda armanca me piştgirîkirina Ermenîstanêye: wezîra Kanadayêye karên der gotîye serokwezîrê Ermenîstanê

Nîkol Paşînyanê serokwezîr wezîra Kanadayêye karên der Mêlanî Jolî qebûl kirîye.
Serokwezîr bi axaftina silavkirinêva pêşda hatîye û razîbûna xwe daye dîyarkirinê ku li Ermenîstanê wê baylozxana Kanadayê bê vekirinê.Ewî serda zêde kirîye wekî vekirina baylozxanê nava encamê cêrge seredana û hevraxeberdanaye.
Mêlanî Jolîyê jî sirîya xweda bona pêşwazîkirina germ razalixî elam kirîye.
“Me dîna xwe daye bûyarên 19-20 ê îlonê û armanca me ewe, ku nava vî halê giranda piştgirîyê bidine Ermenîstanê û usa jî alî bikin, ku li herêmê aşîtî û qewînbûn hebe.Em dewleta tek-tenêne, ku ne endama Yekîtîya Avropayêne, lê beşdarîya mîsîya Yekîtîya Avropayê dibin”,- Mêlanî Jolîyê gotîye.
Wezîra Kanadayêye karên der serda zêde kirîye, wekî ewê usa jî li nehîyên Ermenstanêye başûr biqeside û rastî cimeta Qerebaxê bê, ya ku bi destê zorê ji Qerebaxê hatîye derxistinê.
Nîkol Paşînyan derheqa paqijkirinên êtnîkîye li Qerebaxê xeberdaye û derheqa wê sîyaseta Adirbêcanêda raber kirîye.
Xeberdan usa jî derheqa normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê-Adirbêcanêda, yekîtîya têrîtorîya, serbixwetîyê, vekirina rêyên herêmîda û pirsên mayînda çûye.
Fikir dora pirsên rojeva hevkarîya dualîda hatine pevguhartinê.







