H’emû nûçeSereke
Piştî cîhwarkirina mîsîya Yekîtîya Avropayê Adirbêcan neketîye axa Ermenîstanê: Rîtêr

Piştî hatina me hejmara bûyara kêm bûye, meriv ji cîh û warên xwe naçin. Me guhdarîya navneteweyî, ya li ser dew û dozê daye berfirehkirinê, feqet emê aza nebêjin, ku kê bûyar destpê kirîye. Derheqa wê yekêda serokê mîsîya sîvîl, ya Avropayêye li Ermenîstanê Markûs Rîtêr gotîye.
“Mîsîya me çawa faktora pêşîgirtinê qulix dike. Bona me gelekî girînge ku em binelîyên edilra xeberdin û fikirên wan fem bikin. Heger pevçûyînên mezin biqewimin, em gerekê ji zona leşkerî dûrkevin”,- Rîtêr gotîye û bîr anîye, wekî mîsîya wan ya sîvîle.







