H’emû nûçeSereke

Cedandinên mezin gerekê bidine xebatê, bona ku ermenîyên Qerebaxê bixwezin vegerine cîh û warên xwe: Paşînyan

Bi hesabhildana paqijkirinên  êtnîkî, çêkirina xelayê, bi destê zorê derxistina cimetê, gerekê cedandinên mezin bidine xebatê bona ku ermenîyên Qerebaxê bixwezin vegerine cîh û warên xwe, heger mecal hebe. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye rojnama  The Wall Street Journal ê.

Bi dayîna bersiva wê pirsê ku pêşeroja çawa hîvîya wî sed hezar merivîye, yên ku bi mecbûrî ji Qerebaxê derketine, Nîkol Paşînyan gotîye: “Pêşeroja wedekurt heye, ya wedê navîn jî heye, lê usa jî ya wededirêj heye. Ya wedekurt ewe wekî em gerekê hewcetîyên penabera bidine razîkirinê. Ya wedê navînda gerekê mecala sazkin, ku ew bikaribin bijîn.Nêzîkbûna me ewe, ku heger mecal yan jî xwestina wane paşdaçûyînê tunebe, em gerekê hemû tiştî bikin ku ew li Ermenîstanê bimînin û bijîn”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button