H’emû nûçeSereke

Ermenîstan hevkara nû digere, çimkî Moskvayê borcdarîyên tifaqdarîyê dane teribandinê:Paşînyan

Ermenîstan hevkarên nû digere, çimkî Moskvayê borcdarîyên xweye tifaqdarî teribandine, bi taybetî wî çaxî, dema ku Adirbêcanê kontrola xweye li Qerebaxê îzbat kir. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye, The Wall Street Journal ê  .

“Ev bûyar em anîne ser birîyareke usa, ku hewcetîya me heye nava goveka ewlehkarîyêda pêwandîyên xwe bidine dîvêrsîfîkasîyakirinê û niha jî em dicêribînin wê yekê bikin”,- serokwezîrê Ermenîstanê gotîye û  serda zêde kirîye, wekî hema bi wê menîyê jî ew kara baza rûsîye leşkerî, ya li Ermenîstanê nabîne.

Rojnama amêrîkî dide dîyarkirinê, wekî halê ku Ermenîstan ketîyê, bere-bere Ştatên Yekbûyî û hevkarên Rojavayê xemgîn dike.

Rojnama amêrîkî dinivîse wekî xemgînî ewe, ku Adirbêcan, bi piştgirîya tirka û bi gunehkarîya Rûsîyayê dikare nava mehên nêzîkda Ermenîstanê dagir bike û li ser beşeke wê pirayê di navbera Adirbêcanê û Tirkîyayêda çêkin. Li rex wê yekê jî ew yek jî xemgînîyê pêşda tîne, wekî Rûsîya dikare tevrabûnê mîyaserke ku serokatîya Ermenîstanê bidine guhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button