H’emû nûçeSereke
“Medê min ji wê yekê li hev dikeve, wekî nava 20 salîda welatê me îzin daye dîktatûra Adirbêcanê ku ew nêzîkî sîlihên amêrîkîbe”: Ramasvamî

Kandîdatê serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Vîvêk Ramasvamî bona fînansekirina Adirbêcanê serokatîya Amerîkayê rexne kirîye, kîjanê li Qerebaxê paqijkirinên êtnîkî mîyasr kirîye.
“Medê min ji wê yekê li hev dikeve, wekî nava 20 salîda welatê me îzin daye dîktatûra Adirbêcanê ku ew nêzîkî sîlihên amêrîkîbe, kîjan niha bona kuştina mesîhîyên ermenî tên xebitandinê.Niha em dibihên wekî paqijkirinên êtnîkîye li Qerebaxê bes nîne û Adirbêcanê nesekine hetanî ku ew Ermenîstanê parçe neke û korîdora Zangêzûrê tevî Tirkîyayê veneke”,-Ramasvamî mîkrobloga X ê da nivîsîye.







