H’emû nûçeSereke

Paşînyan gotîye ku bona çi Ermenîstan  Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda maye

Pirsên cimeta ermenî û desthilatdarîya wê  hene, yên ku girêdayîne bûyarên gulana sala 2021 ê, îlona sala 2022 a ra, wextê ku Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv tu tişt nekir. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê hevpeyîna tevî The Wall Street Journal ê  gotîye dema ku ewî bersiva wê pirsê daye ku pirsên çi cûreyî girêdayî eskerên rûsva û tabîya Rûsîyayêva hene.

“Dora van pirsa me axafin destpê kirîye û ew axaftin wê berdewambe, çimkî li vir gelekî girînge, ku herdu alî, Rûsîya û em, rast hevdu fem bikin”,- ewî gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê, ku bona çi Ermenîstan  hetanî niha çawa endama Organîzeya Peymana  Ewlehkarîya Kolêktîvda maye, Paşînyan gotîye: “Hema bi wê menîyê em nava êtapa gotûbêjkirina pirsadanin, çimkî em naxwezin nava tu pirsêda şaşî hebe û em naxwezin ku organîze me şaş fem bike.Bona wê yekê jî gerekê bixebitin bona ku bighîjine fikira sereke”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button