H’emû nûçeSereke

Tu cîyekî nivîsar nîne, wekî organeke Rûsîyayê gerekê kontrola xwe li ser beşeke Ermenîstanê îzbatke:Paşînyan

Bi tomerî hildayî, rojeva cuda, ya derheqa pêwandîya di navbera Adirbêcanê û Nexçêvanêda tune. Rojeva wî cûreyî nava hemtêksta derheqa vekirina rêyên herêmîda heye, dema ku hemû rê gerek bêne vekirinê. Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvîna tevî  The Wall Street Journal ê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.

Bi axaftina derheqa wê yekêda, wekî li gorî qayîlnivîsara têra tê dîtinê ku hêzên Rûsîyayêye ewlehkarîyê gerekê çûyîn-hatina di navbera Nexçêvanê û Adirbêcanêda kontrolke, Paşînyan gotîye: “Tu cîyekî nivîsar nîne,wekî organeke Rûsîyayê gerekê kontrola xwe li ser beşeke Ermenîstanê îzbatke. Tu cîyekî nivîsar nîne, wekî Ermenîstan qayîle, yan jî têra hatîye dîtinê ku mafê welatê serbixwe gerekê bê kurtkirinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button