H’emû nûçeSereke

Adirbêcan rûyê atmosifêra bin hukumda naxweze beşdarî hevraxberdanên li Bryûsêlê bibe

Van roja wekîlê Yekîtîya Avropayê, yê li Qafqasîya Başûr Toyvo Klaar gotibû, wekî dawîya meha cotmehê hevdîtina serokê Şêwira Yekîtîya Avropayê Şarl Mîşêl, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Adirbêcanê  Îlham Elîyêv wê pêk neyê. Klaar ew yek bi kêmasîya wedeva dabû girêdanê.

“Armanca me ewe, wekî ermenîyên Qerebaxê paşda vegerine malên xwe. Bi girîng hesabkirina hevdîtina Granadayê, beşdarî kîjanê nebibû Îilham Elîyêv niha em dicêribînin li Bryûsêlê hevdîtina Paşînyan-Elîyêv teşkîlkin”,-Toyvo Klaar gotîye. Piştî vê elametîyê alîya elam kiribû, wekî Adirbêcan careke mayîn ji hevraxeberdana paşda disekine.

Hetanî wî çaxî, çapemenîya azêrîya elametî belav dikirin û dicêriband paşdasekinandina ji hevraxeberdana bidine afûkirinê. Serokê merkeza lêkolînên pêwandîyên navneteweyî Farîd Şafîyêv elam kirîye ku rûyê bûyarên dawîda Bekû Avropayê çawa alîkî nêytral hesab nake.Ewî gotîye ku niha li Avropayê atomosifêra usaye, ku li ser Adirbêcanê hukum bikin û nava wê yekêda Fransîyayê rola mezin lîstîye.

“Nava formata Bryûsêlêda em gihîştine gelek tiştî, lê rastî ewe, wekî halê niha Adirbêcanê razî nake.Niha îdî qewil hene ku bêyî tu kesî tevî Ermenîstanê hevdîtinê teşkîlkin. Bona wê hevdîtinê dikarin cîhên cuda-cuda bibijêrin û cîhê herî nêzîk Tbîlîsîye. Pirsgirêk ne nava pirsa cîdane, lê nava formatêdane. Em Avropayê çawa alîkî nêytral hesab nakin”,- Şafîyêv gotîye.

Bona Bekûyê alîyê nêytral Rûsîyaye, derheqa çida jî serokê Adirbêcanê pêşda elam kiribû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button