H’emû nûçeSereke

Armnaca meye hîmlî ewe, ku pêwandîyên tevî cînara bidine normalkirinê: cîgirê wezîrê karên der

Ermenîstanê gelek cara elam kirîye, wekî pirsgirêka tevî Adirbêcanê dikên hevraxeberdanaye cuda-cuda nînin: armanca hîmlî ewe, ku tevî cînara pêwandîya bidine normalkirinê.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan gotîye rojnamevana, dema ku ewî derheqa paşdaêxistina hevdîtina Şarl Mîşêl, Nîkol Paşînyan û Îlham Elîyêvda xeberdaye, ya ku gerekê dawîya vê mehê li Bryûsêlê pêk bihata.

“Me gelek cara elam kirîye, wekî pirs dikên hevraxeberdana nîne, meremê meye hîmlî normalkirina pêwandîyên tevî cînaraye û wî alîda emê xebata berdewam bikin”,-Kostanyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button