Ermenîstan li Başûrê Qafqasîyayê çawa ronahîya dêmokrasîyê dimîne: balyoza ŞAY

Bi destpêkirina polîsên nû yên dewrîyeyê re dê şênîyên navçeya Syûnîkê bi nûnerên qanûn û dadwerîyê re zêdetir bixebitin û xwe ewletir hesab bikin. Li gorî nûçeya “Armênpress”ê, derheqa wê yekêda balyoza Amêrîkayê ya li Ermenîstanê Krîstîna Kwîn ku beşdarî çalakîya ku ji bo destpêkirina xebata beşa dewrîyeya polîsan ya herêma Syûnîkê hatibû lidarxistin, got.
“Ji navê hukumeta dewleta Yekbûyî, ez bi rûmetim ku îro beşdarî vê bûyera girîng bibim. Ez dizanim ku piştî vê merasîma bi heybet, polîsên dewrîyeyê yên navçeya Syûnîkê wê bi awayekî fermî li tevahîya parêzgehê bikevin erka xwe. Ev yek jî wê nîşana avakirina polîsên dewrîyeyê li tevahîya axa Komara Ermenîstanê bide.
Ez ji firsenda ku ez li vir li Syûnîkê bi kar tînim, dixwazim ji we re qala xebatên girîng yên ku hûn ê li vir li herêma Syûnîkê bikin, bikim.
Serok Baydên di nameya xwe ya vê dawîyê de ji serokwezîrê Ermenîstanê re îzbat kir ku Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bi tevahî piştgirîya serwerî, serxwebûn, yekparçeyîya axa Ermenistanê û dêmokrasîyê dike. Beriya her tiştî ev erk derbasdar e û behsa herêma Syûnîkê bi xwe dike, ku bi taybetî ji ber nakokîyên herêmê û êrîşên derve bandor li wê kirîye û di van demên dawî de Syûnîk zêdetirî 100.000 ermenîyên êtnîkî yên ji Qerebaxa Çîya koçber bûne, wergirtine.
Lê tevî van dijwarî û pirsgirêkan jî, îradeya Ermenîstanê û herêma Syûnîkê ya ji bo xurtkirina dewleta hiqûqê bê şik maye. Û bi saya vê pabendbûnê ye ku Ermenîstan li Başûrê Qafqasyayê ronahîya dêmokrasîyê dimîne”,- Kwînê daye kifşê.
Bi gotina balyoza Amerîkayê, ji bo Amêrîkayê şanazîyeke mezin bû ku di cîbicîkirina vê pirograma mezin ya çaksazîyên polîsî de hevkarîya Komara Ermenistanê bike.
“Ez dixwazim pesnê xebata serokwezîr û wezîreta karên navxweyî ya ji bo birêvebirina proseya çaksazîyê li welat bidim.
Li ber ronahîya destkeftên erênî yên ku di van rêforman de heta îro hatine bidestxistin, ez kêfxweş im ku ragihînim ku Amêrîka mîlyon nîvek dolara ji bo piştevaniya rêforma polîs li ser 15 mîlyon dolaran zêde dike ku heta niha ji alîyê Amêrîka ve hatiye dayîn.
Ev diravê zêde bikar anîn da ku akademîya polîsê patrolê ya paşîn ya ku ji bo sala 2024 a hatî plansaz kirin bê meşandin “,-Kwînê da kifşê.







