H’emû nûçeSereke

Ermenîyên  ku li  Qerebaxê mane, destûr nayê dayîn ku bi xizmên xwe re biaxivin: Lîndsî Snêl /vîdêyo/

Rojnamevana navdar ya navneteweyî Lîndsî Sinêl, ku  şer û encamên wê dişopîne, mehek piştî paqijkirina êtnîkîye li  Qerebaxê vîdyoyek li ser mîkrobloga xwe ya tora civakîye X  ê belav kir, ku têda jineke ji  Qerebaxê  gilî dike ka bavê wê çawa di biryara xwe de rijd bû û li  Qerebaxê ma.

” Min bi keça yek ji çend kesên ku li  Qerebaxê mane axivîm. Mêdya  Adirbêcanêye dewletê vê dawîyê pesinên xwe didan ku Adirbêcan xizmetên têlêkomûnîkasyonê yên herêmî ava dike, lê ermenîyên mayî yên li Qerebaxê pêwendiya întêrnêtê û têlefonên desta tune ne û destûr nayê dayîn ku bi hizkirîyên xwera bê çavdêrî biaxivin. Û di çarçoveya “ji nû ve întêgrasyona” Adirbêcanê de, rayadarên Adirbêcanê pasaportên ermenî yên ku li wir mabûn desteser kirin, lê pasporta Adirbêcanê nedan wan. Ev tê wê wateyê ku ermenîyên ku li Qerebaxa Çîyayî mane niha ne xwedîyê hemwelatîyê ne”,- rojnamevana navdar dinivîse.

Jina ji Qerebaxê ku dengê wê guhartîye, rûyê wê di tarîyêdaye, dibêje ku wan bi ti awayî nekarin bavê wê razî bikin ku ji  Qerebaxê derkeve.

 “Ewî got, min li vir avayî çêkir û naxwazim jê derkevim. Di dawîya meha îlonê diya min gerekê bihata, bavê min got, ez ê 3-4 mehan li vir bimînim û ji nû ve întêgrasyonê bibînim. Ew gotinên wî ne. Ji ber vê yekê ez li benda wî me. Min hewl da ku wî razî bikim ku  dîya minra bê , min got, ma tu dizanî ne rast e ku ew ê paşê bihêlin tu bêyî? Bi eşkereyî, divê rayadarên Adirbêcanêra meymûnek  hebe, ku wek pêşangehekê nîşanî komîtêya xaçê Sor ya Navneteweyî, rojnamevanan û Neteweyên Yekbûyî bikin. Ji 1 ê cotmehê û vir ve tu têkilî li wir tunebû. 5-6 roj di  derbaz bûn ku ewî têlêfon kir. Em pir bi nerehet bûn. Ew çû navenda xaçê Sor ku hîn li wir dixebite, li wir wifi hebû, wî bi rêya peyamnêrê têlêfon kir, ewî got  ku baş e, nûnerên xaçê Sor xwarinê didin. Piştî wê heftê carekê  yan minra, yan jî dîya minra têlêfon dike. Herdu carên dawî ne ji nomêra xwe, ji  nomêra adirbêcana têlêfon kir. Demeke dirêj nikaribû biaxive. Her axaftina telefonê 5-10 deqîqeyan berdewam dike. Ew pir nabêje, ji ber ku kesek her dem li kêleka wî radiweste”,- keça wî dibêje.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button