H’emû nûçeSereke

Li ser sê prînsîpên sereke yên têkilîyên  tevî Adirbêcanêra  razîkirîne: Nîkol Paşînyan

Serokwezîr Nîkol Paşînyan di gotûbêja destpêkê ya projeya byûcêya sala 2024 a ragîhand ku bi Adirbêcanê ra sê prînsîpên sereke yên aştî û têkilîyan razîkirîne.

Li gorî wî, eger alî van prînsîpên razîkirî bişopînin, wê demê îmzekirina peymana aştîyê wê rêalîst bibe.

 “Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê bi hevdura yekparebûna axa hev nas dikin, bi têgihiştinê ku axa Ermenîstanê 29 hezar û 800 kîlometr çargoşeye, ya Adirbêcanê jî 86 hezar û 600 kîlometr çargoşeye.

Rastîya van hejmaran di heman demê de hedefa rexneyê ye, bêbawerîya kevneşopî ya bi hejmarên dor li vir kar dike”,- Paşînyan gotîye û serda zêde kirîye, ku ev jimar ji ênsîklopêdîya Sovyetê ya sala 1977 a ku hatîye çapkirin, hatine hildanê.

“Li ser prînsîpa duyemîn, alî li hevra razî bûne ku li ser bingeha daxuyanîya Alma Atîyê sînorkirina sînoran pêk bînin. Ev tê wateya derketina ji rastîya ku sînorên îdarî yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de yên di dema Yekîtîya Sovyêtê de bûne sînorên dewletê, ku bi dêklerasîya Alm Atayê ve nelirêtîya wan hatîye qebûlkirin”,- Paşînyan gotîye

“Li ser prînsîpa sêyemîn, danûstandinên herêmî li ser bingeha desthilatdarîya serwerîya partîyan têne vekirin. Wê li ser esasê wekhevîyê tevbigerin”,-Paşînyan daye kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button