H’emû nûçeSereke

Nava encamê êrîşa Adirbêcanêda derbarê îşkencekirina welatîyan û bêhurmetîya cenazeyanda agahî hatin dayînê

28  ê cotmehê, parêzera mafên mirovan Anahît Manasyan beşdarî paneleke di çarçoveya kongreya parêzerên ermenî de li ser mijara koçberên bi destê zorê yên ji Qerebaxê hatine derxistinê, bûye. Ew ji alîyê ofîsa  parêzerê mafên mirovda hatîye ragihandin.

Anahît Manasyan beşdarên çalakîyê silav kir û dîyar kir ku bi bûyerên dawî re çarçoveya xebatên parêzvanê mafên mirovan gelekî zêde bûye.

 “Em xebatên xwe yên rojane didomînin û di heman demê de zêdetirî 100 hezar hemwelatîyên me yên bi destê zorê koçber bûne hene û mijarên girêdayî parastin, gihandin û garantîkirina mafên wan jî ji bo min girîng in. Ez dixwazim bêjim ku em ji roja ewil ve bi awayekî aktîv tevlî van xebatan bûne. Ez bi karmendan re çûme Gorîsê, Kornîdzorê û Vaîkê, em bi şev jî dixebitîn.

Niha jî, em bi berdewamî serdana şêniyên demkî yên kesên ku bi destê zorê hatine koçberkirin, dikin. Di vê heyamê de, em bi nêzîkî 400 kesan re axivîne, di encamê de me agahî li ser kuştin, îşkence, bêhurmetîya laşan, û tiştên xerab ya li dijî sivîlan di encama êriîşên Adirbêcanê de ku ji alîyê qanûnên navneteweyî ve hatine qedexekirin, wergirtin”,-parêzerê gotîye.

Anahît Manasyanê bi taybetî nîşan daye ku xebatên lêgerîna heqîqetê du armancan dişopînin: garantîkirina parastina mafên kesên bi destê zorê yên ji cîh û warkirî derbazî Komara Ermenîstanê bûne û eşkerekirina dozên têkildarî îşkenceyê û cûreyên din yên xerab yên ku nava encama kiryarên Adirêcanê bûne.

 “Rastîbûna agahîyên ku ji alîyê me ve hatine berhevkirin, hatîye piştrastkirin û piştre tenê di rapora destpêkê ya awarte ya berevaniya mafên mirovan de cîh girtiye. Rapora giştî, bi beşa şêwirmendiyê ya girtî, ji rêxistin û aktorên navneteweyî yên xwedî erka parastina mafên mirovan re hat raberkirin, di nav de wekî belgeyek ku binpêkirinên mafên mirovan belge dike, raberî dîwana edaletê ya navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî hate kirin”.

Vê çarçoveyêda Manasyan daye kifşê, ku ji bo pêkhateyên xwedî erkê parastina mafên mirovan pir girîng e ku di bingeha çareserîya pirsgirêkan de mafên bingehîn yên mirovî hebin, ji ber ku tu şert û mercên sîyasî û erdî nikarin li ser nirxên mafên mirovan bi ser bikevin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button