H’emû nûçeSereke

Wezîreta karên der seredanên nava deh rojada, yên bi beşdarîya Ararat Mîrzoyan dane tomerîkirinê

Wezîreta karên der seredanên nava deh rojada, yên bi beşdarîya Ararat Mîrzoyan dane tomerîkirinê. Hatîye ragîhandirnê, wekî nava deh rojên dawîda seredana seroka Frankofonîyayê Lûîs Mûşîkîvaboyê, ya li Ermenîstanê pêk hatîye. Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan çûye Têhranê, ku beşdarî civîna bi formata “3+3” bibe. Ew li wir rastî serokê Îranê û wezîrê Tirkîyayêyî karên der hatîye.Wezîra Kanadayêye karên der Mêlanî Jolî jî hatibû Ermenîstanê û hevdîtin li Yêrêvanê jî pêk hatîye. Wezîrê Macaristanêyî karên der Pêtêr Sîarto jî li Ermenîstanê qesidîye.

“Nava rojeva seredanada pirsên derheqa pêwandîyên dualî, bûyarên herêmî, hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê, paqijkirinên êtnîkîye li Qerebaxê û mafên cimeta Qerebaxê bûne.

 Pirêss-konfêransa tevî rojnamevana hatine teşkîlkirinê”,-nava elametîya wezîreta karên derda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button