H’emû nûçeSereke

Ji 200 î zêdetir kuştin, 14 zêrandin, 64 wefatbûn dema bi destê zorê derxistina ji Qerebaxê: berdevka wezîreta karên der

Komîtêya Ermenîstanêye lêpirsînê hejmarên kuştîya û birîndara, nava wanda usa jî yên binelîyên edil û zaroka, yên wextê êrîşa 19 ê îlonêye dijî Qerebaxê, raber kirîye.

Derheqa wê yekêda mîkrobloga  xweye X ê  da berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der nivîsîye.

“Ji 200 î zêdetir meriv hatine kuştinê, nava wanda neh binelîyên sîvîl û  sê zarok.

Ji 300 î zêdetir meriv birîndar bûne, nava wanda 231 qulixçîyên leşkerî û 80 binelîyên edil. Ji alîyê azêrîyada 14 meriv hatine zêrandinê. Li ser rîya ji Qerebaxê berbi Ermenîstanê 64 meriv wefat bûne”.

Anî Badalyanê daye dîyarkirinê, wekî ev hejmar yên hetanî 30 ê cotmehêne û ew dikarin bêne guhartinê, çimkî lêpirsîn hê berdewam dibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button