H’emû nûçeSereke

Bertîlên ku ji bo teslîmkirin û parastina berjewendîyên Ermenîstanê li dadgehên navneteweyî wê zêdebin

Alîkarîyên ji bo teslîmkirin û parastina berjewendîyên Ermenîstanê li dadgehên navneteweyî wê sala 2024 a zêde bibin: zêdebûn bi giranî ji bo nûnertîyê gilîyên navdewletanva girêdayîye.

Bi ragîhandina “Armênprêss”ê, serokê komîtêya karûbarên  byûcêtîyê Gêvorg Papoyan, dema gotûbêjên destpêkê yên projeya byûcêya dewletê ya sala 2024 a li civîna  komîteyên daîmî yên Ermenîstanê dîyar kir ku di projeya byûcêyêda nûnertîya û parastina berjewendîyên Ermenîstanê li dadgehên navneteweyî, hakimên navneteweyî û dadgehên din yên navneteweyî de, ji alîyê wê ve ji bo cîbicîkirina biryaran ji 1,8 milyard diramî gihîşte 3,8 mîlyard dramî.

Alîkarê serokê ofîsa serokwezîr Armênak Xaçatryan got ku bernameya ku parlêmêntvan destnîşan kir ji du tedbîran pêk tê. Beşa sereke  parastina berjewendîyên Komara Ermenîstanê dike. “Li gorî vê tedbîrê zêdebûneke me ya mezintir heye, 1,8 mîlyard diram ji bo parastina berjewendiyên Ermenîstanê li dadgehên cuda yên hakîmê yên navneteweyî ye. Ev di bingeh de wergirtina hin karûbarên şêwirmendîyê pêk tîne. Yanî zêdekirina 1,8 mîlyard jî bo vê yekê ye”,-Xaçatryan got.

Serokê ofîsa kar û barên hiqûqî ya navneteweyî ya nûnertîya Ermenîstanê Lîparît Dirmêyan dîyar kir ku di gilîyên takekesî de, yanî dema ku hemwelatîyekî  ermenî gilîyê Ermenistanê li dadgeha Avropayê bike, berjewendîya Komara Ermenîstanê ye, ji alîyê nûnerê komara Ermenîstanê ve bi îmkanên meqamê xwe tên parastin. “Zêdebûn, beşê serdest yê bûdceyê behsa dabînkirina nûnertîyê di gilîyên navdewletan de dike, ango di çarçoveya gilîyên navbera Ermenîstanê-Adirbêcanê de ku li dadgehên cihêreng yên navneteweyî têne kirin, ku kirîna karûbarên dadrêsî û şêwirmendîyê tê kirin.  Û  doza duyemîn de, em behsa pereyên ku di dozên hakîmê veberhênanê de ji navendên hakîma re têne dayîn” ,-ewî got.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button