H’emû nûçeSereke

Îsal mîlyonek 800 000 tûrîst hatine Ermenîstanê û ji wana her kes li Ermenîstanê nêzîkî 1200 dolarî xerc dike:Kêrobyan

Sala 2024 a em bernama nû, ya sîstêmên tûrîzmê destpê dikin.

Derheqa wê yekêda wextê civîna komîsîyayên parlamêntê, ya bona gotûbêjkirina byûcêya dewletê, wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan gotîye.

Wezîr bîr anîye, wekî sala 2023 a, nava neh mehên ewlinda mîlyonek 850 000 tûrîst hatine Ermenîstanê.

“Lêkolîn tên kirinê û hatine ser wê fikirê wekî tûrîstek li Ermenîstanê 1200 dolarî xerc dike. Li gorî wan lêkolîna, ji tûrîstekî 44 000 diram diçe byûcêya Ermenîstanê. Dêmek em derheqa wê yekêda dibêjin, wekî ji wê tûrîzmê sed mîlyard diram  dikeve byûcêya dewletê”,-wezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button