H’emû nûçeSereke

Nava goveka têknolocîyên bilindda konkûrênta Ermenîstanê tune:Hakob Arşakyan

Nava goveka têknolocîyên bilindda konkûrênta Ermenîstanê tune. Derheqa wê yekêda wextê gotûbêjkirina projeya byûcêya sala 2024 a, cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê Hakob Arşakyan gotîye.

Ewî gotîye, wekî nava vê govekêda sala derbazbûyî ji 60 selefî zêdetir zêdayî dîyar bûye, hejmara xebatkara ji 43 hezarî zêdetire.

Arşakyan bîr anîye, wekî îsal nêzîkî 12 mîlyard diram çawa piştgirî dane wan kompanîya, yên ku rûyê bahê dolarda zîyanê ketine, yên ku ketine nava sûka nû.

“Ermenîstan ji vî alîda nava goveka têknolocîyada bêyî konkûrênte.Dîyare wekî nava wê yekêda ku dixwezin senaya têknolocîya bidine pêşxistinê û nava wê yekêda Ermenîstan cîhê ewlindaye.Ew yek usa jî pêşkeftina govekê dide kifşê”,- Arşakyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button